Li Vanê Sîstema Akûaponîkê

Him masiyan û him jî sebzeyan bi hev re digihînin

Li Vanê Sîstema Akûaponîkê

Xwendekarên zanîngeha wanê wê him masiyan him jî sebzeyan bi hev re bigihînin. 3 xwendekarên ku li slovenyayê 5 rojan perwerdeya vê sîstemê dîtin niha li wanê ev sîstem ava kirin û dest bi xebatan kirin. Li gorî sîstemê sebze wê di nav gûbreya masiyan de bê çinandin.

Sîstema Akûaponîkê roj bi roj li seranserê cîhanê belav dibe.

Li gorî vê sîstemê sebze û masî di heman avê de tên gihandin.

3 Xwendekarên Fakulteya Zîraetê ya Zanîngeha Wanê ji bo 5 rojan li Slovenyayê perwerdeya vê sîstemê dîtin û vegeriyan Wanê.

“Her ku diçe ax dilewite. Ji ber vê jî erdên ku li serê çandinî tên kirin jî kêm dibin. Lewma sistemeke wisa hewce ye.”

Xwendekar dibêjin: “Ji ber ku ax tê lewitandin, çandinî jî gelek zehmet dibe. Em jî bi saya vê sîstemê di nav avê de bi gubreya masiyan çandiniyê dikin.”

“Ev sîstem li ser sîstemeke çandiniya bêax hatiye avakirin. Em ji bermayiyên masiyan gubreyê çêdikin û vê jî di çandiniyê de bi kar tînin”

Dîroka nûkirinê: 13 Kanûn 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE