Li Vanê Tetbîqata agirkujiyê

Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê tetbîqata şewatê hat kirin

Li Vanê Tetbîqata agirkujiyê

Li nexweşxaneya lêkolîn û perwerdeyê ya wanê tetbîqata agirkujiyê hat kirin. Her wiha li navçeya erdîşê jî li navenda ciwaniyê ji bo erdhêj û rewşên awarte ewil perwerde hat dayîn, paşê jî tetbîqat hat kirin.

Sîrenan lê da, kesên di nexweşxaneyê de reviyan…

Yên ku di nexweşxaneyê de asê man jî bi destê personelên agirkujiyê hatin xelaskirin.

Ev tetbîqat li Wanê di nexweşxaneyê lêkolîn û perwerdeyê de hat kirin; wekî yên rastîn bû.

Ekîbên UMKE, AFAD û yên tenduristiyê li ser banga lezgîn sewqî herêma şewatê bûn.

Her wiha li qeza Erdîşê jî li Navenda Ciwaniyê ewil perwerdeya erdhej û rewşên lezgîn hat dayîn, paşê jî Tetbîqat hat kirin.

Bi van tetbîqat û perwerdeyan tê xwestin hişmendiya gel zêde bibe da ku di demên wisa de zanibin çawa tevbîgerin.

Dîroka nûkirinê: 22 Kanûn 2018, 15:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE