Li Vanê teyareya keşfê ket: 7 şehîd

Wezîr Soylu li Balafirgeha Ferît Melenê daxuyanî da rojnamevanan...

Li Vanê teyareya keşfê ket: 7 şehîd

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî der barê teyareya ket xwarê da got: "Ekîbên me gotin ku teyareya me li 2 hezar û 200 mêtre bilindahiya Çiyayê Artosê ket xawrê, 2yê wan pîlot me 7 ewladên me yên qehreman dan der."

Wezîr Soylu li Balafirgeha Ferît Melenê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku teyareya ji duşemê pê va li Van û Hakkariyê firînên keşfê dikir di saet 18.35ê 15ê tîrmehê ji nû va rabû ku keşfê bike.

Soylu diyar kir ku 2yê wan pîlot 7 wezifedarên ewlekariyê di teyareyê da bûn û wiha pê da çû: 

"Di saet 22.32yan da herî dawîn li ser Başqekeyê difirî û bi kuleyê ra têkilî danî û got ku vedigere. Di saet 22.45an da ji radarê winda bû û têkilî hat birîn. Di saet 23.15an da agahiyeke wiha hat ber destê me û gotin dibe ku ji ber kêmasiyeke teknîkî be jî. Di wê demê da ji Gevaşê îxbarek hat. Di îxbarê da digotin teyare berjêr daketiye û ji çavan qulubiye. Li ser vê hemû ekîbên me ji hewayê û bejayê li wê herêmê dest bi lêgerînê kirin.Ekîbên me yên yên çûn wê derê di saet 03.00yan da gotin ku teyareya li 2 hezar û 200 mêtreyî li çiyê ketiye û me 2yê wan pîlot bi tevahî 7 ewladên xwe daye der. Nika li wê derê ne em ê jî herin wê derê. Şehîdên me yên wezifeyê. Rihma Xwedê lê be, serê gelê me sax be."

Wezîr Soylu paşê bi Mehmet Aktaşê Midûrê Giştî yê Ewlekariyê, Mehmet Emîn Bîlmezê Waliyê Vanê, Tumgeneral Haci Îlbaşê Fermandarê Qolordiya Esayîşê ya Vanê ra derkete rêya herêmê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE