Li Vanê TIR û mînîbus li hev qelibîn: 14 birîndar

Di qezayê de 14 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.

Li Vanê TIR û mînîbus li hev qelibîn: 14 birîndar

Li Erdîşa navçeya Wanê TIR û mînîbus li hev qelibîn di encama qezayê de yek jê giran 14 kes birîndar bûn.

Mînîbusa bi plakaya 65 V 1717 a ku Celalettîn Yok diajot û TIRa bi plakaya 33 BVJ 02 a ku Halef Aydogan diajot nêzî Qereqola Cendirmeyan a Çelebîbagi ya li ser rêya Erdîş-Elcewazê li hev qelibîn.

Di qezayê de 14 kesên di mînîbusê de birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê û hat hînbûn ku rewşa Mehmet Salîh Boşal xedar e û ew sewqî Navenda Tibê ya Dursun Odabaş a Zanîngeha Yuzuncu Yilê kirin.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE