Li Vanê têkoşîna dijî nêçîra qaçax didome

Qedexeya nêçîrê ya masiyên kefalên mirwarî ku di Gola Vanê da dijîn û ji bo lihevzêdebûn û xerzdanînê di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da koçî avên şêrîn dikin, didome.

Li Vanê têkoşîna dijî nêçîra qaçax didome

Ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgeha Vanê di kontrolên li Çemê Akkopruyê da 50 metre tor ku ji bo girtina masiyên kefal di qefa çem da hatiye veşartin, bi dest xist.

Qedexeya nêçîrê ya masiyên kefalên mirwarî ku di Gola Vanê da dijîn û ji bo lihevzêdebûn û xerzdanînê di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da koçî avên şêrîn dikin, didome.

Ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê jî li deverên çemên ku masî koç dikin, fealiyetên xwe yên kontrolê didomînin da ku nêçîra qaçax neyê kirin.

Di kontrolan da li ciyê ku Çemê Akkopruyê digihêje Golanê Vanê 50 metre tor hat dîtin.

Ekîban tor îmhe kir.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE