Li Ozalpa navçeya Wanê traktor wergeriya, ajokar di binê traktorê ma û mir.
Traktora bi pîlaqeya 12 AL 931 a Alî Îhsan Yavuz (50) diajot li tanga Taxa Qereqoçanê welgeriya. Yavuz di binê traktorê da ma.
Kesên ku qeza dîtin haya rayedaran pê xistin li ser vê rayedaran ekîbên AFAD, cendirme û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Ekîbên AFADê Yavuzê ajokar ji binê traktora welgeryayî derxistin û dîtin ku wefat kiriye.
Cesedê Yavuz ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ozalpê.
AA