Li Vanê vebûna Deriyê Sînor ê Kapikoyê ji bo Îraniyan bû kêfxweşî

"14 meh in em li benda vê xeberê ne. Her roj bi sedan têlefon ji me ra tên ku dixwazin bila deriyê sînor ê bi Îranê ra vebibe."

Li Vanê vebûna Deriyê Sînor ê Kapikoyê ji bo Îraniyan bû kêfxweşî

Deriyê Sînor ê Kapikoyê ya di navbera Îran û Vanê da ye ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 14 meh in girtîbû ku îro hat vekirin. Vebûna deriyê sînor him ji bo Îraniyan û him jî ji bo gelê Vanê bû sedema kêfxweşiyê.

Ji ber şewba koronayê deriyê sînor di 24ê Adara 2020î da hatibû girtin.

Ji vî deriyê sînor ê li navçeya Sarayê re bi hezaran turîstên Îranî dihatin Vanê, turîzm û karsazî pêşva diçû.

Îro deriyê sînor hat vekirin û turîstên Îranî niha li otêlan rezervasyonan dikin ku bên Tirkiyeyê û pir kelecan in.

- "Li Îranê kelecaneke mezin heye"

Rêberê turîstan ê Îranî Îrfan Haşimî ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand Îranî 14 meh in benda vekirina deriyê sînor in û wiha axivî: "Îranî dixwazin heman bên Tirkiyeyê. Her kes ji me ra telefon dike û dixwazin bên Vanê. Îraniyên ji ber şewbê demeke dirêj bû nedihatin wê bên Vanê. Van ji ber ku nêzîkî Îranê ye û merivên wê pir mêvanperwer in tê ecibandin. Ew ji bo danûstendinê û kêfê tên. Ji ber vê jî vebûna deriyê sînor her kesî kêfxweş kir. Li Îranê kelecaneke mezin heye."

- "Cihên danûstendinê wê tijî bibin"

Nûnerê ofîsa turîzmê Cefer Babazadehê Îranî jî got piştî vebûna derî gelek turîst wê bên Vanê.

Rêber Feria Kheyriyê jî got ku li alî Îranê herkes ji ber vebûna deriyê sînor kêfxweş e wek salên borî li bendê ne îsal jî turîst ji alî Îranê zêde bên.

- "Li Vanê wekî cejin hebe herkes şa ye"

Serokê Komeleya Otêlvan û Turîzmvanên Vanê Yunus yuksel diyar kir ku şêniyên Vanê ji bo ezimandina mêvanên Îranî amade ne û wiha pê da çû: "Hemû esnafên me û kesên bi turîzmê ra eleqedar in bazirganiya xwe ji ser vî deriyî sînor dikin. Ev 14 meh in ku ev derî girtî ye û niha bi vekirina wê em hemû kêfxweş in. Li Vanê wekî cejn hebe herkes şa bûye. Bendewariya me pir zêde ye û her roj ji me ra têlefon dikin û peyaman dişînin. Bi qinaeta me gor salên borî wê zêdetir turîst bên.

Ji esnafan Semîh Kaya jî got ku bi vebûna deriyan va ew dixwazin rojên wek berê dîsa bên û ew ji vê yekê hêvîdar in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE