Şaredariya Îpekyoluyê ya Wanê di çarçoveya çalakiyên siruşt û çandê da ber bi Zozanê Yuvayê va meşek li dar xist.
Li gor daxuyaniya şaredariyê qasî hezar kesî meriv beşdarî çalakiyê bûn û qasî 5 kîlomêtroyan meşiyan û wêne kişandin.
Kesên gihîştin zozanê govend girtin, şaredariyê xwarin û vexwarin da wan.
Qaymeqam û Cigirserokê Şaredar Emre Aydin daxuyand ji bo ew siruşta bajêr nîşanî welatiyan bidin van çalakiyan li dar dixin û wiha axivî: "Hefta çûyî me ber bi Çiyayê Erekê va meşek li dar xist. Bi beşdariya qasî hezar kesî me şahidiya xweşikiyên siruştê kir. Ji ber şwba Kovîd-19ê û tevdîrên wê me navber dabû çalakiyên civakî, lê me dîsa dest pê kir. Her hefte ev meş wê cihên cuda bên kirin."
AA