Li Vanê xwendekaran robot dîzayn kir

Li Wanê 6 xwedekarên li BÎLSEMê perwerdeyê dibînin robot dîzayn kirin

Li Vanê xwendekaran robot dîzayn kir

Li Wanê 6 xwedekarên li Navenda Perwerdeya Huner û Zanistê ya Yusuf Gokçenay (BÎLSEM) perwerdeyê dibînin robot dîzayn kirin.

Robotê ku xwendekaran amade kiribû di pêşbaziya "Seruvena Fezayê" a Komeleya Qehremanên Zanistê ya li Kocaeliyê da xelata "Sitêrkên Bilind Dibin" sitand.

Refîk Bayramê Midûrê Navendê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku dema firsendê bidin xwendekarên jêhatî dikarin serkeftineke mezin bi dest bixin.

Bayram got xebatên xwendekaran merivan şaş û metel dihêlin û wiha axivî: "Xwendekarên me 4 mehan bi hesasiyet xebitîn û di betlaneya nîvê salê da jî xebatên xwe domandin. Di encama xebatên xwe da berhemeke kaw çêkirin."

Betul Duran Înciya şêwirmenda projeyê jî got ku li Wanê perwerdeya robotîkê didin û di nav saziyên ku cara ewil vê perwerdeyê didin da cî digrin, ji ber vê projeyê jî gelekî kêfxweş in.

Ahmet Mert Kelemençeyê xwendekar got ji hêla dîzaynê va robot zehf hat ecibandin, li gor wezîfeyê modulan diguherînin û robot wisa dixebite.

Eylul Çelîka xwendekar jî destnîşan kir ku cara ewil e beşdarî pêşbaziyê bûn û gelekî kêfxweş bûn û wiha pê da çû: "Bi taybetî li rojhilatê welêt zarokên qîzîn eleqeyê nîşanî mijarên li ser robotîk û mekatronîkê nadin lêbelê em 3 qîz in û em di vê mijarê da bi ser ketin."AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 09:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE