Li Vanê zarokê ketibû bîra avê xeniqî

Gelê gund ê rewş dît jî haya ekîbên Amirtiya Koma Navçeyê ya Ozalp û Sarayê yên Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê pê xistin.

Li Vanê zarokê ketibû bîra avê xeniqî

 Li Saraya navçeya Vanê zarokê 14 salî ket bîra avê ya avdana zeviyê û xeniqî.

Di daxuyaniya Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê da hat diyarkirin ku li Kanîgola herêma li taxa Beyarslanê Bahattîn Akin ji ber sedemeke hê nayê zanîn ket bîra avê ya K.Z.yê ji bo avdana zeviyê vedabû.

Gelê gund ê rewş dît jî haya ekîbên Amirtiya Koma Navçeyê ya Ozalp û Sarayê yên Serokatiya Daîreya Agirkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê pê xistin.

Ekîb di demeke kin da xwe gihandin dewsa bûyerê, ava bîrê texlîye kirin û zarok ji avê derxistin teslîmî ekîbên tenduristiyê kirin.

Akin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ozalpê, ligel midaxeleyan nefilitî.

Dozgeriya Komarê ya Sarayê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE