Li Vanê zêdebûna ava çeman koça masîkefalan hêsan dike

Ekîbên Fermandariya Ewlekariya Qeraxan û her wiha yên cendirme, ewlekarî, gundparêz û Midûriyeta Çandinî û Daristana Parêzgehê li ser tedbîrên xwe yên ji bo parastina masîkefalan da berdewam in.

Li Vanê zêdebûna ava çeman koça masîkefalan hêsan dike

Têkoşîna dijwar a masîkefalên ku di Gola Wanê da dijîn û di serdema lihevzêdebûnê da berevajiyî herka avê ajne dikin û koçî avên şîrîn dikin, didome. Yên dibin şahidê vê têkoşînê, heyran û hejmetkar dimînin.

Masîkefalan ku di navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê da nêçîra wan qedexe ye, ji bo domandina nesla xwe berevajiyî herka avê ajne dikin. Di vê ajneya berevajî da dîmenên rengîn derdikevin holê.

Îsal bi helîna belekiyan û barîna baranê va asta ava çeman zêde bû û vê yekê jî tesîreke erênî û hêsankarî li koça masîkefalan a ber bi avên şîrîn kir.

Ekîbên Fermandariya Ewlekariya Qeraxan û her wiha yên cendirme, ewlekarî, gundparêz û Midûriyeta Çandinî û Daristana Parêzgehê li ser tedbîrên xwe yên ji bo parastina masîkefalan da berdewam in.

Bi xêra tedbîrên ji erd û esman ên di serdema qedexeya nêçîrê va populasyona masîkefalan zêde bû.

Zêdebûna asta ava çeman, hêsankariyê li koçê dike

Endamê Hîndekariyê Dr. Mustafa Akkuş yê Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê ku li ser Gola Wanê û masîkefalan lêkolîna dike ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku rêwîtiya lihevzêdebûnê ya cinsê endemîk ê Gola Wanê masîkefalan didome.

Akkuş bal kişand, ji bo parastina masiyan a di serdema lihevzêdebûnê da hemû dem û dezgehên li herêmê seferber bûne û wiha dewam kir:

Di 101 çem û newalên ku digihîjin Gola Wanê da koça xerzdanînê ya masîkefalan bênavber didome. Îsal zivistanê ji ber ku zêde berf barî û niha jî germahiya hewayê di asta demsalê da ye, ava çeman di asta pêwîst da ye. Ev yek jî tesîreke erênî li koça masiyan dike û pêşdaçûna wan hêsan dike."

Mehmet Fatih Şahin ku ji bo dîtina koça masîkefalan ji Mêrsînê hatiye jî diyar kir ku ew şahidiya bûyereke seyr a xwezayê dikin û wiha got, "Masiyên ku berevajiyî herka avê ajne dikin û xerzên xwe datînin, zehmetiyeke pir mezin dikişînin. Bi rastî ev yek rastiya jiyanê ye. Heger têkoşîn were dayîn, serkeftin pêk tê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE