Li Tuşbaya navçeya Vanê di nav amûrên malan ên dabûn kargoyê da 384 kîlo û 594 gram eroîna paketkirî hat girtin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da hat diyarkirin ku ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê li navenda kargoyeke ku li navçeyê dixebite geriyan.
Di lêgerînê da "Lîsa"ya dêlika narkotîkê jî bi kar anîn, di nav amûrên hatibûn pakêtkirin da ku bişînin Stenbolê da 384 kîlo û 594 gram eroîna xistibûn 502 pakêtan hat girtin.
Di bûyerê da F.T. bi hinceta "bazirganiya amûrên hişbirê" û "neqilkirina hişbirê" dike hat binçavkirin.AA