Li Vanê hunera sewada zîvan a Ûrartûyan dewam dike

Li Wanê hunera sewada zîvan ku ji medeniyeta ûrartûyan maye, îro jî tê domandin. Hunera ku li wanê beriya sala 1915an, li 120 atolyeyên dihat kirin, îro li atolyeyeke mezin bi rê û rêbazên kevn û modern tê dewamkirin.

Hunera Sewada Zîvan ji dewra medeniyeta Ûrartûyan wek mîras maye.

Îro jî li wanê, di atolyeyeke 3500 metreçarçikî de ev hunera qedîm tê parastin û dewam dike.

Hoste Erdal Binciyê 49 salî ku bi qasî 35 sal in keda xwe dide vê hûnerê dibêje: “Ji bo ev hunera qedîm neyê jibîrkirin em li ber xwe didin.

“Ev meslek, ji bav û kalên me ji me re ma. Em nifşên 3yemîn in. Mezinên me bi me dan hînkirin, em jî ji bo berdewamiya vê hunerê hînî zarokên xwe dikin.”

Binici dibêje: “Beriya sala 1915an li Wanê bi qasî 120 atolye hebûn. Lêbelê îro em tenê mane.”

“Îro li piyaseyê hostayên sewadê neman. Em jî, ji bo ev huner neyê jibîrkirin çi ji destê me tê em wê dikin. Lêbelê pêşeroja vê hûnerê wê çawa bibe em jî nizanin.”

Dîroka nûkirinê: 20 Tebax 2018, 14:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE