Li Viranşehira navçeya Şanliurfayê fistiqa binerd a ku cara ewil hat çandin, hat rakirin.
Îsmaîl Kete nêzî 6 meh berê li taxa Karatepeyê ser zeviyeke 80 donimî fistiqa binerd çand û rakirina fistiqan bi merasimekê va hat kirin.
Serokê Odeya Ziraetê ya Viranşehirê Bahrî Ekîncî diyar kir ku fistiqa binerd cara ewil li navçeyê hat danîn û ew kêfxweş e ku beşdarî merasima rakirina fistiqan bû.
Ekîncî diyar kir ku qelîte û xêr û bereketa fistiqa binerd xwediyê xwe qaîl kir û daxuyand, cotkarên dixwazin çandiniya fistiqa binerd bikin, ew amade ne ku weke ode piştgiriyê bidin wan.
Midûrê Navçeyê yê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Varli û cotkar beşdarî merasima rakirina fistiqan bûn.