Li Wanê 101 kîlogram eroîn hat girtin

Du kes hatin binçavkirin

Li Wanê 101 kîlogram eroîn hat girtin

Li Başkaleya navçeya Wanê 101 kîlo û 213 gram eroîn hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê li ser agahiya ku tê da hişbir heye, dan ser şopa kamyonetekê.

Ekîbên cendirmeyan kamyonet li Taxa Yolmaçayirê rawestand.

Di kontrola ku kûçikê narkotîk "Barûd" jî hat emilandin da 101 kîlo û 213 gram eroîn ku di binê wesayîtê da hatibû veşartin, hat dîtin.

Der heqê bûyerê da du berşik hatin binçavkirin.

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE