Li Edremîta navçeya Wanê 133 koçberên bêdestûr hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiyê tîmên Midûriya Ewlehiya Navçeyê dema devriye digeriyan ji kamyonekê ketin şikê û kamyon dane sekinandin.
Di paşiya kamyonê da jê 74 ji Efxanistanê, jê 41 ji Pakistanê, jê 7 ji Bangladeşê, jê 7 ji Myanmarê û ji 4 jî ji Hindistanê tevahî 133 koçberên bêdestûr hatin girtin.
Piştî karên fermî tîman ew teslîmî Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.
Şofêr R.K. jî hat girtin.