Li Wanê 135 hezar ton berf kişandin Gola Sihkeyê

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat destnîşankirin ku bi 300 makîneyên kar û 700 personelî va li rêyên 6 hezar kîlomêtroyî xebatên xwe didomînin.

Li Wanê 135 hezar ton berf kişandin Gola Sihkeyê

Li Wanê ekîbên paqijkirina berfê yên 45 roj e dixebitin bi kamyonan berf kişandin Gola Sihkeyê ya ji ber hişkahiyê ava wê kêm bibû.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin da hat destnîşankirin ku bi 300 makîneyên kar û 700 personelî va li rêyên 6 hezar kîlomêtroyî xebatên xwe didomînin.

Li bajêr li dijî cemedê 3 hezar ton xoy hat reşandin, berfa li kuçe û kolanên bajêr jî bi kamyonan kişandin Gola Sihkeyê.

Li bendê ne ku 135 hezar ton berfa kişandin golê ji bo asta ava wê ya gelekî kêm bibû kêr were û av zêde bibe.

Wekî mayîn ekîbên bi şev û bi roj mesaiyê dikin di nav 45 rojan da 524 nexweşên li gundên rêyên wan hatibûn girtin asê mabûn gihandin nexweşxaneyê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE