Li Wanê 17 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Wanê 17 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Îpekyoluya navçeya Wanê 17 koçberên bêdestûr hatin girtin, gumanbarek hat binçavkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlehiya Bajêr hat dayîn, ekîbên Qaçaxcîtiya Koçberan û Şaxa Deriyên Hidûd di çarçoveya xebatên têkoşîna qaçaxcîtiya koçberan da li navçeyê di navenda kargeheke ku nayê xebitandin da lêgerîn kir.

Di kontrolan da 17 koçberên bêdestûr ên ku ji Efxanistanê ne û li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî derbasî welêt bûne, hatin girtin.

Di operasyonê da kesek hat binçavkirin û ji bo qeydkirin û şandinê koçberên bêdestûr teslîmî saziyên têkildar kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE