Li Muradiyeya navçeya Wanê di wesayîtekê da 2 kîlo û 11 gram hişbira sentetîk hat qefaltin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, xebatên ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê yên dijî fealiyetên bazirganî, depokirin û veguhestina hişbirê, didomin.
Ekîban di vê çarçoveyê da li navçeyê di wesayîta ku rawestandin da lêgerîn pêk anîn û 2 kîlo û 11 gram hişbira sentetîk qefaltin.
Ajokarê hat binçavkirin, piştî miemeleyên li cendirmeyê sewqî edliyayê kirin.