Li Wanê 342 kîlo û 700 gram eroîn hat girtin

Li Gurpinarê 342 kîlo û 700 gram eroîn hat girtin

Li Wanê 342 kîlo û 700 gram eroîn hat girtin

Li Gurpinara navçeya Wanê di minîbêsekê da 342 kîlo û 700 gram eroîn hat girtin.

Li gor daxuyaniya ku Midûriyeta Ewlehiya Bajêr hat dayîn, xebatên hêzên ewlehiyê yên dijî kesên ku plana bazirganî, veguhastin û veşartina hişbirê dikin, berdewam in.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk di vê çarçoveyê da li ser rêya Wan û Hekariyê minîbêsa ku pîleqeya wê 65 BC 623 ye û D.B diajot dan sekinandin.

Kûçikê narkotîk "Şîla" li bagaja minîbêsê geriya û di nav telîsan da 342 kîlo û 700 gram eroîn dît.

Şofêr D.B hat binçavkirin.

Ji hêla din va, li Wanê di operasyonên 8 mehên dawî da 4 tir hişbir hat girtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE