Di operasyonên li Îpekyolu û Tuşbaya navçeyên Wanê da 42 kîlo û 900 gram eroîn û 2 kîlo û 750 gram hişbirê sentetîk hat dîtin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr xebatên dijî kesên ku sûcê bazirganî, neqil û depokirina hişbirê dikin bênavber dewam dike.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Şaxa têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîk bi "Thor" û "Irmak"ê seyên narkotîk va li du navçeyan operasyon kirin.
Di operasyonan da 42 kîlo û 900 gram eroîn û 2 kîlo û 750 gran hişbirê sentetîk hat bidestxistin.
Miameleyên li ewlehiyê yên 2 gumanbarên hatin binçavkirin dewam dike. AA