Li Wanê bi îdiaya hişbir firotin 13 berşik hatin girtin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê da ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeh û Navçeyê li navenda Wanê, navçeya Erdîşê û her wiha Patnosa navçeya Agiriyê operasyon li dar xist.

Li Wanê bi îdiaya hişbir firotin 13 berşik hatin girtin

Li Wanê di operasyona dijî firoşkarên hişbirê da 13 berşik hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê da ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Parêzgeh û Navçeyê li navenda Wanê, navçeya Erdîşê û her wiha Patnosa navçeya Agiriyê operasyon li dar xist.

Di operasyona ku kûçikên narkotîk jî beşdar bûn da 13 berşik hatin binçavkirin. Di lêgerînan da 740 gram esrara kubar, 275 gram metamfetamîn, 2 gram esrara xubar, 26 hebên hişbir, 12 aparatên kişandina hişbirê, demançeya bêrûxset, 10 fîşeng û 7 têlefonên mobîl hatin bidestxistin.

Berşik K.A, C.A, O.B, Î.S, U.D, A.T, N.D, S.E, K.H.K, Ş.B, Y.D, E.K. û C.B. piştî temambûna miemeleyên li cendirmeyê, sewqî edliyeyê kirin û her wisa li edliyeyê hatin girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE