Di operasyonên ku li Wanê hatin kirin da bi îdiaya ku qaçaxçîtiya koçberan dikin va yek jê biyanî der heqê 9 berşikan da miemele hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û Deriyên Hidûd xebatên xwe yên astengkirina qaçaxçîtiya koçberan didomînin.
Di vê çarçoveyê da li parêzgehê ekîban di navbera 1-7ê Mijdarê da 5 operasyon li dar xistin, yek jê biyanî der heqê 9 berşikan da miemele kirin.
312 hezar û 82 lire cezayê pere li organîzator û her wiha xwediyên wesayît, mal û otêlan ên ku di sûcê da hatin emilandin hat birîn.
AA