Li Tuşbaya navçeya Wanê bi lerza 4,4ê erd lerizî.
Li gor agahiyên ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) di saet 09.02an da li navçeya Tuşbayê bi lerza 4,4ê erdhej çêbû.
Hat gotin ku erdhej 6,95 kîlometre di bin erdê da qewimî.
- "Ekîp lêkolîn û tespîtan dikin"
Waliyê Wanê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Ozan Balci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku navend navçeya Tuşbayê bi lerza 4,4ê erd hêjiya.
Balci destnîşan kir ku heta niha agahiyeke neyînî ji wan ra nehat û wiha domand: "Ekîbên me piştî bûyerê çûn herêmê. Ekîbên niha lêkolîn û tespîtan dikin. Niha rewşeke neyînî xuya nake."
AA