Li Wanê bi şîdeta 5ê erdhejek çêbû

Li Tuşbaya navçeya Wanê bi şîdeta 5ê erdhejek çêbû

Li Wanê bi şîdeta 5ê erdhejek çêbû

Li Tuşbaya navçeya Wanê bi şîdeta 5ê erdhejek çêbû.

Li gorî nûçeya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afetê (AFAD) saet 21,35an navend li Tuşbaya navçeya Wanê bi şîdeta 5ê erdhejek hat tomarkirin.

Hat tesbîtkirin ku erdhej bi qasî 18.36 kîlometroyan di binê erdê de çêbûye.

- Waliyê Wanê Ozan Balci: "Nuha ekîb xebatên lêkolîn û tesbîtê dikin. Weke nuha rewşeke neyênî tune ye"

Walî û Wekîlserokê Şaredariya Mezin a Wanê Ozan Balci di daxuyaniya xwe ya ji bo ji nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku heta nuha agahiyeke neyênî ji wan re nehatiye û got, "Nuha ekîb xebatên lêkolîn û tesbîtê dikin. Weke nuha rewşeke neyênî tune ye."

- Wezîrê Tandirustiyê Koca: "Li gorî agahiyên heta nuha bidest ve hatine ti kes nemiriye û birîndar nebûye"

Wezîrê Tandirustiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de destnîşan kir ku di erdheja li Tuşbayê ya bi şîdeta 5ê de ti bangek û daxwaza alîkariyê negihiştiye Serhekîmtiya Servîsa Ambûlansê ya Wîlayetê.

Wezîr Koca got, "Li gorî agahiyê berdest ti kes nemiriye û birîndar nebûye. Ekîbên me ji bo pêşhatên muhtemel li qadê destbikar in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE