Li Wan û Bidlîsê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 296 cîwaran hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, ji ber berf û bagerê rêya 287 cîwaran hat girtin.
Ji bo vekirina rêyan, ekîb 3 roj in dixebitin. Her wisa li navenda bajêr jî berfa li ser rê û peyarêyan hat paqijkirin.
Li navçeya Ozalpê ya ku sir û seqem bi bandor e, ekîbên şaredariyê şembelîkên bi baniyan va daliqîne, şikênandin.
Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kir ku li tevahiya Bidlîsê rêya 9 gundan girtî ye û xebatên vekirina rêyan jî didomin.
Ekîbên şaredariyê jî berfa li ser kuçe û kolanan paqij dikin.
Ciyên bilind ên bajêr ên di bin berfê da dîmenên sipehî derxistin holê.AA