Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berf û bagerê li Bahçesarayê (Miks) rêya 5 mezreyan, li Başkaleyê rêya taxekê, li Çatakê rêya 4 taxan û mezreyekê, li Gurpinarê jî rêya mezrayekê girt. Bi tevahî rêyên 12 cî û waran girtî ne.
Ekîbên berfê yên Serokatiya Daîreya Karên Fenê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Her wiha Midûriya Herêma 11em a Rêbejan ji ber talûkeya bager û şepeyê rêya Wan û Miksê ji çûyîn û hatinê ra girt.
Çûyîn û hatina navçeyê li ser Hîzana navçeya Bidlîsê ra dewam dike.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir, ji ber berfa ku bi şev barî rêya 3 gundan hat girtin.
Kurtkan diyar kir, ji bo vekirina rêyan xebatê dest pê kir.
- Mûş
Li Mûşê piştî ku berf barî ekîbên şaredariyê seba paqijkirina berfa ser peyarêyan xebat da destpêkirin, welatiyan jî berfa kuçeyan û berfa pêşiya kargehên xwe avêt.
AA