Li Wan û Bilîsê berf barî

Li Wan û Bilîsê berf barî

 Li Wan û Bilîsê bi taybetî li ciyên bilind nîvrokî berfê lê kir.

Li Başqaleya navçeya Wanê ji ber berfê ciyên bilind sipî bûn û li navenda navçeyê jî berfê reşand.

Welatî ji ber berfa ku di meha Gulanê da lê kir heyirîn.

Ekîbên Îdareya Taybet ya Bilîsê ku li navçeya Tetwanê rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê ji berfa zivistanê maye vedikirin ji ber barîna berfê navber dan xebatên xwe.

Şefê Şantiyeya Navendî ya Îdareya Taybet ya Bilîsê Naîl Aşît daxuyanî da rojnamevan û diyar kir ku li Çiyayê Nemrûdê dîsa berfê lê kir û wiha got, "Berf û bagerê li Çiyayê Nemrûdê dest pê kir. Me navber da xebatên xwe. Di nava rojek û du rojan da em ê rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê ji berfê paqij bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE