Li Wanê bo masîgirên qaçax 18 hezar û 600 lire ceza

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê, xebat û kontrol didomin da ku masiyên kefalên mirwarî ku ji Gola Wanê navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê ji bo xerzdanînê koçî avên şêrîn dikin, bi qaçaxî neyên girtin.

Li Wanê bo masîgirên qaçax 18 hezar û 600 lire ceza

 Li Erdîşa navçeya Wanê 8 ton masiyên kefalên mirwarî hatin girtin, li 9 kesan 18 hezar û 600 lire pere cezayê îdarî hat birîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê, xebat û kontrol didomin da ku masiyên kefalên mirwarî ku ji Gola Wanê navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê ji bo xerzdanînê koçî avên şêrîn dikin, bi qaçaxî neyên girtin.

Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Berhemên Avê li Taxa Çelebîbagiyê operasyon bir ciyê ku di Çemê Har û Çemê Zîlanê da masî koç dikin.

Di operasyonê da di 3 ton masiyên sax, 5 ton masiyên hişkbûyî ku bi qaçaxî hatine girtin, ligel 54 toran hatin bidestxistin. Ekîban masiyên zindî paşda berdan avê, masiyên telefbûyî jî hatin îmhekirin.

Ji ber binpêkirina qedexeyê, li 9 kesan 18 hezar û 600 lire pere cezayê îdarî hat birîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE