Li Wanê çalakiya malbatên ku dixwazin bigîhêjin zarokên xwe li ber deriyê HDPyê dewam kir

Li Wanê çalakiya malbatên ku dixwazin bigîhêjin zarokên xwe li ber deriyê HDPyê dewam kir

 Li Wanê malbatên ji revandina zarokên xwe yên çiyê HDPyê berpirsyar nîşan didin li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin.

32 malbatên ku terorîstên PKKyî zarokên wan revandine serê çiyê li ser Kolana Cumhuriyetê kom bûn û dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê diruşmên weke "Êdî bese dev ji me berdin", "Em nobeta ewladan digirin", "Zarokên me wê nebin pêlîstoka tu kesî" û "Em zarokên xwe dixwazin" xwendin û heta ber deriyê serokatiya partiyê meşiyan.

Malbatan bertek nîşanî PKK û HDPyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.

Aysel Yîgîta dayika Mehmet Yîgît ê ku revandine çiyê got ev 13 mehe tu xeber ji kurê wî tune û wiha axivî: "Mehmetcan kurê min tu li ku yî? Ez li her derê li te digerim. Baweriya xwe bi dewletê bîne û were. Ez û bavê te nexweş in. Xwîşk û birayên te bêriya te kirin. Ji bo me were, me bêriya te kir. Ez dizanim van kujeran tu birî, guh nede wan û were." 

Tahsîn Ertaşê ji bo kurê xwe Yusuf yê 8 sal e li çiyê ye çalakiyê dike jî got kurê wî di 21 saliya xwe da dema li Artvînê zanîngehê da xwenekar bû xapandine û birine çiyê û wiha dewam kir: "Ev 8 sal e tu xeber ji kurê min tune. Kurê min cihê te cihekî şaş e, were teslîm bibe. Heta ez bigîhîjim ewladê xwe ez ê vê çalakiyê bidomînim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE