Li Çaldirana navçeya Wanê Omer Topgaç ji bo nêçîrê çûbû Gola Qazan paşê tu xeber jê nehatibû hildan. Cesedê Topgaç hat dîtin.
Cesedê Topgaçê (21) li Taxa Kalkandelenê 24 roj e xebêr jê nedihat hildan li tanga Çemê Bendimahiyê ya ava vê dirije Behra Wanê ya 400 mêtre ji cihê ku ketibû avê dûrtir hat dîtin.
Piştî karûbarên otopsiyê ew ê cesed teslîmî malbatê bikin.
Ji bo Topgaçê di 7ê nîsanê da derketibû nêçîrê û winda bibû ekîbên AFADê, yên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Tîma Xozneberiyê ya Wanê xebat dabûn destpêkirin.
Paşê ekîbeke ji 8 kesan pêk tê ya Femandariya Esayîşa Taybet a Enqereyê hatibû herêmê û piştgirî dabû xebatan.
Ekîban li qada 30 kîlomêtreyî xebatên lêgerîn û xilaskirinê kiribûn.
AA