Li Wanê di hefteyekê da 141 kîlo û 529 gram eroîn hat girtin

Li Wanê di hefteyekê da 141 kîlo û 529 gram eroîn hat girtin

Li Wanê bi destê ekîbên polêsan di hefteyekê da 141 kîlo û 529 gram eroîn hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, xebatên dijî kesên ku fealiyetên bazirganî, neql û depokirina hişbirê dikin, didomin.

Di vê çarçoveyê da di operasyonên ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê da yên di navbera 18-24ê Cotmehê da 141 kîlo û 529 gram eroîn, 17 kîlo û 132 gram hişbira sentetîk, 25 gram benîştê afyonê û 15 hebên hişbir hatin qefaltin.

Di operasyonan da 17 berşik hatin binçavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE