Li Wanê di nava hefteyekê da 223 kîlo û 989 gram hişbir hat qefaltin, 7 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, xebatên dijî kesên ku bazirganî, depokirin û veguhestina hişbirê dikin didomin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê 12-19ê Îlonê operasyon pêk anîn.
Tîmên narkotîkê di hefteyekê da 223 kîlo û 948 gram eroîn, 36,1 gram esrar, 14 eczayên sentetîk, 4 hebên hişbir, 2,75 gram kannabinoid û 1,4 gram hişbira sentetîk bi dest xistin.
Di operasyonan da 7 berşik hatin binçavkirin.
AA