Li Wanê polêsan di hefteyekê da 231 kîlo û 906 gram eroîn, 125,68 gram hişbira sentetîk bi dest xist, 16 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlehiya Bajêr hat dayîn, li ser kesên ku bazirganî û neqla hişbirê dikin an jî hişbirê dixin depoyan, xebat dewam dikin.
di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk di navbera 11-17ê cotmehê da operasyon kirin û di operasyonan da 231 kîlo û 906 gram eroîn, 125,68 gram hişbira sentetîk û 16 hebên hişbirê hatin bidestxistin.
Di operasyonan da 16 gumanbar hatin binçavkirin.
AA