Li Wanê di hefteyekê da 231 koçberên bêdestûr hatin girtin, 6 kesên qaçaxçîtiya wan dikirin jî hatin girtin.
Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiya Bajêr ekîbên Şaxa Deriyên Hidûdê û Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan li bajêr xebatên xwe yên rêlibergirtina koçberan didomînin.
Di vê çarçoveyê da hefta çûyî 6 operasyon hatin kirin û 231 Exfanên dereqanûnî ketine welêt hatin girtin.
Di operasyonan da 7 kesên qaçaxçîtiya wan dikirin jî hatin binçavkirin ku ji qan 6 kes hatin girtin.
Ekîban dest dan 3 wesayîtên di vî karî da dihatin xebitandin û koçberan jî teslîmî Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr kirin.AA