Li Wanê di hefteyekê da 5 kîlo û 798 gram hişbir hat girtin, 27 berşik hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, xebatên dijî kesên ku fealiyetên bazirganî, veguhastin û depokirina hişbirê dikin, didomin.
Di vê çarçoveyê da di operasyonên ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Sûcên Narkotîkê da yên di hefteyekê da 5 kîlo û 779 gram eroîn, 17,61 gram hişbira sentetîk, 2,1 gram esrar û 122 hebên hişbir hatin desteserkirin.
Di operasyonan da 27 berşik hatin binçavkirin.
AA