Li Wanê di hefteyekê da 53 kîlo û 851 gram eroîn hat bidestxistin

Li Wanê di hefteyekê da 53 kîlo û 851 gram eroîn hat bidestxistin

Li Wanê di nav hefteyekê da 53 kîlo û 851 gram eroîn hat bidestxistin û 20 şikbar jî hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr xebatên dijî bazirganî, neqilkirin û depokirina hişbirê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Narkotîkê di navbera 22-28ê mijdarê da operasyon kirin.

Di operasyonan da 53 kîlo û 851 gram eroîn, 9,84 gram benîştê afyonê, 66,54 gram hişbira sentetîk, 6,24 gram hebên esrar û hişbirê hatin bidestxistin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE