Li Wanê fûara berhemên herêmî

Ji 81 bajaran nêzî 80 fîrma û zêdetirî 200 marke di fûarê de cih digirin

Li Wanê  fûara berhemên herêmî

Li Wanê ji aliyê fûarkariya ajansa asyayê ve 1. fûara erzaniya markeyan û berhemên herêmî hat vekirin. ji 81 bajaran nêzî 80 fîrma û zêdetirî 200 markeyên cuda di fûarê de cih digirin.Cigîrşaredarê Bajarên Mezin ê Wanê Mehmet Emin Bilmez jî beşdarî merasîma vekirinê bû.

Li Wanê 1emîn Fûara Erzaniya Markeyan û Berhemên Herêmî vebû.

Fûar ji aliyê Fûarkariya Ajansa Asyayê ve tê birêvebirin.

Vekirina fûarê bi beşdarbûna Cigîrşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mehmet Emin Bilmez û gelek kesan hat kirin.

Ji 81 bajaran 80 fîrma û zêdetirî 200 marke bi berhemên xwe yên cûr bi cûr di fûarê de cih digirin.

Bi vê fûarê him fîrma û marke danasîna xwe dikin, him jî welatiyên herêmî ji fêde dibînin.

Hat ragihandin ku dê fûar heta 10 rojan vekirîbe.

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2019, 15:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE