Li Wanê Fermandariya Ewlekariya Qeraxan hat avakirin

Li Wanê Fermandariya Ewlekariya Qeraxan hat avakirin

Li Wanê ji bo astengkirina fealiyetên qaçaxçîtiya ji ser golê ra û her wiha cîbicîkirina ewlekariya li golê, Fermandariya Botê ya Ewlekariya Qeraxan hat avakirin.

Bi beşdariya Walî û Wekîlê Şaredariya Bajarê Mezinê Wanê Mehmet Emin Bilmez, Midûrê Giştî yê Rêveberiya Parêzgehan Huseyîn Kurşat Kirbiyik, Parlamenterê AK Partiyê yê Wanê Abdulahat Arvas, Serokê Daîreya TEMa Cendirmeyê Tuxgeneral Yavuz Ozfîdan, Fermandarê Cendirmeyê Parêzgehê Tuxgeneral Yuksel Yigit, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Atanur Aydin, Fermnadarê Tûxaya Hidûd a 6emîn Albay Îlker Ertugrul û Fermandarê Qereqola Edremîtê ya Ewlekariya Qeraxan Yuzbaşi Firat Aslan va vekirina Fermandariya Botê ya li navçeya Edremîtê hat kirin.

Walî Bilmez di axaftina xwe ya li vir da diyar kir, berî niha ji ewlekariya Gola Wanê cendirme û teşkîlata ewlekariyê berpirsiyar bû û wiha dewam kir:

"Di midaxeleya fealiyetên qaçaxçîtiya li ser golê da carinan botên di dest me da têrê nedikir. Par jî li Gola Wanê qezayek çêbû. Piştî wê bobelatê, gava Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu hat parêzgeha me, me rewş jê ra îzeh kir. Bi telîmata Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan û bi serkêşiya Wezîrê me yê Karên Navxweyî biryar hat dayîn ku Fermandariya Ewlekariya Qeraxan li parêzgeha me û li navçeyên Bidlîsê were damezirandin ku li behran ji ewlekariyê berpirsiyar e.

Bilmez bal kişand ku baregeha sereke ya Fermandariya Ewlekariya Qeraxan dê li Wanê be û li navçeyan jî şaxên wê dê hebin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE