Li gor biryara ku Serok Recep Tayyîp Erdogan îmze kir û di Rojnameya Fermî da hat weşandin, li Wanê Girava Kuzuyê wekî qada divê teqez were parastin hat îlankirin û girav bi xweşikahiya xwe ya siruştî va balê dikişîne.
Di nav Gola Wanê da gelek cureyên teyr û tûyan li giravê sitar dibin û bermahiyên şapelê lê hene. Ziyaretvanên ku tên giravê di nav siruştê da wextê xwe derbas dikin.
Ji ziyaretvanan Taner Avci diyar kir ku ew cara ewil hat giravê û bû heyranê giravê.
Avci daxuyand ku bi taybetî li giravê dîmeneke xweş heye û wiha dewam kir, "Cihekî aram e, kendavikên wê yên paqij û zirar negihîştinê hene. Cihekî newaze ye. Gelek cureyên teyr û tûyan hene li giravê. Me ew dîtin. Li lûtkeya giravê dêreke piçûk a pir kevin heye. Ev girav jî bi qasî Girava Axtamarê xweş e û xwedî dîrok û xweşikahiya siruştî ye."
AA