Li Wan, Hekarî û Îdirê ba û bager

Ji Wan, Hekari û Îdirê ji ber ba û bagerê banê avahiyan ji cî derketin û firîn, darên mêweyan û serayan zirar dîtin.

Li Wan, Hekarî û Îdirê ba û bager

Ji Wan, Hekari û Îdirê ji ber ba û bagerê banê avahiyan ji cî derketin û firîn, darên mêweyan û serayan zirar dîtin.

Ba û bagera 2 roj e li Wanê tesîra xwe nîşan dide li taxên Hecîbekir û Bostanîçiyê banê hin avahiyan jorda anî xarê.

Ji ber ba û bagerê li navçeya Gurpinarê dar şikestin û darên mêweyan zirar dîtinî li Gevaşê jî hin serayan zirar dît.

Ekîbên Midûriyeta Çandinî û Daristanan li qadên zirar dîtine lêkolîn kirin. Ekîbên Şaredariyê jî darên di ser rê û dirban da ketibûn rakirin.

Li navçeya Sarayê jî ji ber bayê li taxên Beyarslan û Orenburcê banê hin xaniyan hilweşiya.

Li Taxa Orenburcê Hîlal Ozaya 18 salî di bin banê ku ji ser xanî da ket da ma û birîndar bû. Hat ragihandin ku rewşa Ozaya rakirin nexweşxaneyê baş e.

- Hekarî

Li Hekariyê berêvarê ba rabû û tesîra xwe zêde kir banê hin xaniyan ji cî lîst, rawestgeheke texiyan zirar dît.

Parçeyên sacên ser xaniyan qetiyan û zirar dan wesayîtên parkirî.

Ekîbên agirkujiyê li qadên xeternak tevdîr hildan, dar û berên di ser rê û dirban da ketibûn rakirin.

Azat Koçê welatî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku ba û bagera do êvarê rabû her ku çû tesîra xwe zêde kir û guj bû.

Koç destnîşan kir ku ji ber bayê banê avahiya lê rûdinên ji cî derket û di ser wesayîta parkirî da ket.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be, dibe ku şilî bibare.

Tê texmînkirin ku germahiya hewayê li Wan û Mûşê 17, li Hekariyê 16 û li Bidlîsê 12 pile be.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.

- Îdir

Li Îdirê ji ber ba û bagerê banên xaniyan firîn, dar şikestin

Li Îdirê ji ber şilî û ba û bagerê welatiyan tengasî kişandin.

Li bajêr ber destê sibê şiliyê dest pê kir û demekê şûnda kûçe û kolan di bin avê da man.

Li navçeya bi ba û bagera ku rabû dar şikestin, banê hin avahiyan û tabelayên dikanan ji cî derketin û firiyan derdorê.

Ji bo welatî seba ba û bagerê baldar bibin ji hoparlorên şaredariyê hişyarî hatin dayîn.

Li ser telîmata Enver Unluyê Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Îdirê ekîbên şaredariyê midaxeleyî lehiyê, kanalên xitimî, banên firiyayî û darên şikestî kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE