Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê berf û bagerê rêyên 53 cî û waran girtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, li navenda bajêr û navçeyan berf û bagerê rêya 32 taxan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin, wezîfedarên şaredariyê jî kolan û peyarêyan paqij dikin.
Berf û bagerê li Hekariyê rêya 7, li Bidlîsê rêya 12 û li Mûşê rêya 2 gund û mezreyan girt.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Dar û berên Deşta Mûşê di sir û seqemê da qiravî girtin.
AA