Li Wanê ji ber berfê rêya 28 tax û gundan hat girtin

Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo ku rê bên vekirin tîman dest bi xebatê kir.

Li Wanê ji ber berfê rêya 28 tax û gundan hat girtin

Li Wanê ji ber berf û bagerê rêya 28 tax û gundan hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê ji ber berf û bagerê li navçeya Gurpinarê 12, li Şaxê 15 û Miksê jî rêya taxek û gundan hat girtin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo ku rê bên vekirin tîman dest bi xebatê kir.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li herêmê bi giştî hewa wê ewrawî û car caran jî wê pir ewrayî be. Piştî evarê li Muş û derdorên Bidlîsê baran û li ciyên bilind jî berf wê bibare. 

Li herêmê germahî wê li gor demsalê be û herwiha ba jî wê ji aliyê başûr û rojavayê va nerm, car caran jî wê nîveqewî rabe.

Tê texmînkirin nava rojê jî germahiya herî zêde li Wan û Mûşê 8, li Bidlîsê 6 û li Hekariyê jî 7 pile be.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE