Li Wanê ji bo bizinkoviyan bi hespan gîha kişandin Çiyayê Paganê

Di vê çarçoveyê da gîha li wesayîtan bar kirin û anîn heta nêzî pêşa çiyê û paşê bi hespan derxistin quntara çiyê.

Li Wanê ji bo bizinkoviyan bi hespan gîha kişandin Çiyayê Paganê

Li Wanê wezîfedarên Midûriya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî (DKMP) li navçeya Gurpinarê ji bo bizinkoviyên ku koka wan li ber qelandinê ne bi hespan gîha derxistin Çiyayê Paganê yê ku raqima wê 2 hezar û 500 e.

Li herêmê ji bo parastina jiyana siruştî û pêşîlêgirtina nêçîrvaniya qaçax wezîfedarên DKMPyê xebatên xwe didomînin. Wezîfedaran li taxa Çepkenliyê ji bo bizinkoviyan gîha derxist ser Çiyayê Paganê. Bi saya destûrnedayîna nêçîrvaniya qaçax, jimara bizinkoviyan zêde bûn.

Di vê çarçoveyê da gîha li wesayîtan bar kirin û anîn heta nêzî pêşa çiyê û paşê bi hespan derxistin quntara çiyê. Bi alîkariya gundiyan nêzî 2 ton gîha li deverên cuda yên Çiyayê Paganê hatin danîn.

Ji gundiyan Ferdî Oner daxuyaî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji bo ku ew bizinkoviyan ji nêçîrvanan biparêzin, ew têkoşînê didin.

Oner daxuyand, bi saya xebatên parastinê jimara bizinkoviyan zêde bûn û wiha dewam kir, "Em xwedî li bizinkoviyên xwe dertên. Em destûrê nadin ku bibin nêçîr. Em her sal zivistanê bi ekîbên DKMPyê ra seba bizinkoviyan gîhê datînin vê herêmê." AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE