Walîtiya Wanê ragihand ku ji 2yê Tebaxê pê va heta 15 rojan her cure meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê û vekirina standê hat qedexekirin.
Walîtiyê di daxuyaniya weşand da ragihand ku bi qedexeyê va tê xwestin ku di çarçoveya qanûn û makezagonê da rê li êrîş û çalakiyên dereqanûnî bê girtin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji bo ku pêşî li ber çalakî û êrîşan were girtin, can û malê welatiyan were parastin, planên rêxistinên terorê werin berterefkirin, ewlehiya neteweyî were sazkirin, pergala qamûyê û ewlehî were parastin, pêşî li ber sûcan were girtin li gor makezagona me û qanûnên me ji 2yê Tebaxê heta 16ê Tebaxê heta 15 rojî li nav sînorên Wanê her cure meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, vekirina standê hat qedexekirin."AA