Li Wanê ji bo xwepêşandan û meşan qedexeya berwext

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ji bo ku li bajêr pêşî li ber bûyerên êrîşan ên muhtemel were girtin hin tevdîr hatin hildan.

Li Wanê ji bo xwepêşandan û meşan qedexeya berwext

 Hat ragihandin ku li Wanê ji bo 30 rojî her cure meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, vekirina standê hat qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, ji bo ku li bajêr pêşî li ber bûyerên êrîşan ên muhtemel were girtin hin tevdîr hatin hildan. 

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Ji bo ku pêşî li ber çalakî û êrîşan were girtin, can û malê welatiyan were parastin, planên rêxistinên terorê werin berterefkirin, ewlehiya neteweyî were sazkirin, pergala qamûyê û ewlehî were parastin, pêşî li ber sûcan were girtin li gor makezagona me û qanûnên me ji 27 tebaxê heta 25ê îlonê 30 rojî li nav sînorên Wanê her cure meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, vekirina standê hat qedexekirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE