Li Wanê kelecaniya wêneya Gola Wanê ku di pêşbaziya NASAyê da ji fînalê ra ma

Li Wanê kelecaniya wêneya Gola Wanê ku di pêşbaziya NASAyê da ji fînalê ra ma

Wêneya Gola Wanê ya ji fezayê kişandî ya ku di pêşbaziya online a Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ya bi navê "Turnuwaya Dinyayê" da ji fînalê ra ma, li bajêr bû sedema kelecaniyeke zêde.

Di pêşbaziya NASAyê da ji 32 wêneyan wêneya Gola Wanê ya ku Astronot Kate Rubinsê 12ê Îlona 2016an ji fezayê kişand û her wiha wêneya stêrkên herikbar a ku sala 2012an ji hêla Astronot Don Pettit hat kişandin man fînalê.

Gola Wanê ya ku nirxeke mezin a herêmê ye, di pêşbaziyeke navneteweyî da ket rojevê û lewma vê yekê dengekî mezin jî bi xwe ra anî.

Ji bo ku wêneya Gola Wanê bibe yekemîn, Waniyan ji ser medyaya civakî kampanya li dar xist û kampanyaya wan di kurtedemekê da belav bû.

Jina Serokomar Recep Tayyip Erdogan, Emine Erdoganê, wezîr, alîkarên wezîran, walî, parlamenter, Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê, Fermandariya Ewlekariya Qeraxan, Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê, rêveberên partiyên siyasî, şaredar, saziyên qamûyê, nûnerên saziyên civaka sivîl tevan bang kirin ku deng bê dayîn da ku wêneya Gola Wanê wekî yekemîn were hilbijartin.

Dengdayîna ku bû sedema kelecaniyeke zêde dê îro bi dema herêmî ya Amerîkayê saet 12.00an bi dawî bibe.

- Astronota ku wêne kişand bo Wanê hat vexwendin

Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Wanê Mehmet Emin Bilmez diyar kir ku Gola Wanê ji bo welat û herêmê nirxeke mezin e û bang kir ku ji wêneyê ra deng were dayîn.

Bilmez bal kişand ku wêne heger yekemîn were hilbijartin, ev yek dê gelekî bi kêrî naskirina parêzgeh û Gola Wanê û her wiha herêmê were û bi saya wê, turîzm jî dê geş bibe.

Şaredarê Edremîtê Îsmaîl Say jî got ku wan bi awayekî fermî Astronot Kate Rubinsê ku ji fezayê va wêne kişand, dewetî bajêr kir.

Say bi bîr xist ku NASAyê çend roj berê pêşbaziya 32 wêneyan da destpêkirin û wiha dewam kir:

"Ji van wêneyan yek jî wêneya Gola Wanê ya ku ji fezayê hatiye kişandin e. Ev wêne pêşiyê derket fînala çaryek, paşê derket nîvefînalê û herî dawî derket fînalê. Îro dengdayîn kuta dibe. Weke şaredarî me ji fînala çaryek heta niha bal kişand ser vê pêşbaziyê. Me hemû Wanî û tevahiya welêt dewet kir ku piştgiriyê bidin. Em spasiya her kesê ku piştgrirî da, dikin. Ji bo ku wêneya Gola Wanê bibe yekemîn em heta dawiyê dengdayînê bidomînin. Me berî niha astronotê ku ev wêne kişandibû dewetî bajarê xwe kiribû. Em vê deweta xwe cardin dubare dikin."

- "Divê em vê têxin firsend"

Dr. Mustafa Akkuşê Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berên Avê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê jî destnîşan kir, Gola Wanê li dinyayê ji ekosîstemên bêhempa yek e.

Akkuş daxuyand, sodaya golê gelekî zêde ye û bihar û payîzê di golê da av diherike û dîmenên xweş çêdibin û bi saya vê pêşbaziyê Gola Wanê ket rojeva dinyayê û wiha dewam kir:

"Di wêneya ku astronotê NASAyê kişandiye da li Korfeza Erdîşê av herikiye û ev pir zelal dixuyê. Ev di tu golê da wiha zelal naxuyê. Lewra bi sodayê spîtayiyek çêbûye û ev li dora hev zîviriye. Heke ev wêne bibe yekemîn em dikarin vê têxin firsend û bi hezaran turîstan bikişînin vê derê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE