Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê û HDPyê berpirs dibînin çalakî kir

Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê û HDPyê berpirs dibînin çalakî kir

Li Wanê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokên xwe HDPyê wek berpirsiyar dibînin, li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê kir.

28 malbat li ser kolana Cumhuriyetê civiyan û dowîzên weke "Em ewladên xwe dixwazin", "dayikên Wanê di nobeta ewladan digirin", "Êdî bes e, ji pêsîra me derkevin", "Zarokên me wê nebin piyonên kesî" û "Qehir be PKK" gerandin.

Malbatan dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê duruşme berz kirin û heta pêşiya avahiyê meşiyan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Endamên partiyê bi kamerayên têlefonên xwe va di avahiya partiyê da dîmenên malbatan kişand û hin dayikan bertek nîşanî wan da û bi xwe va çûn.

- "Zarokên me davêjin ber guleyan"

Nazli Sancara ku keça wê ya 13 salî revandine serê çiyê, ji rojnamegeran ra got ku HDPyiyan zarokên wan revandine serê çiyê.

Sancarê wiha xeberda, "Keça min hê 13 salî bû, 5 HDPyiyan dest û piyê wê girêdan û bi wesayîtê revand û teslîmî rêxistina terorê kir. 9 sal berê di meha remezanê da keça min hat revandin. Îro salvegera revandina keça min e. Ji roja ku keça min revandine heta niha, min tu xeber jê hilnedaye. Zarokên wan di kolejan da dixwînin, zarokên me davêjin ber guleyan. Xwedê wan qehir bike."

- "Tu li ku derê bî, were teslîmî hêzên ewlehiyê bibe"

Musa Abaliyê bav jî diyar kir, keça wê di 2015an da xapandin û revandin serê çiyê û wiha dewam kir, "Keça min hê di 14 saliya xwe da bû, revandin serê çiyê. Li dibistanê pir serkeftî bû. Bi baboka geşt û gerê xapandin. 6 sal e ez keça xwe nabînim. Ez li vê derê bangî keça xwe dikim, em bi malbatî perîşan in. Tu li ku derê bî were teslîmî hêzên ewlehiyê bibe. Em meho bûn. Bi salan e çavê me li rêya te ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE