Li Wanê malbatên zarokên wan revadine çiyê li pêşiya HDPyê çalakî kir

Li Wanê malbatên zarokên wan revadine çiyê li pêşiya HDPyê çalakî kir

Li Wanê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê û ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirsiyar digrin, li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya rûniştinê kir.

28 malbat li ser Kolana Cumhuriyetê civiyan û dowîzên weke "Em ewladên xwe dixwazin", "Dayikên Wanê nobeta ewladan digirin", "Êdî bes e, ji pêsîra me bikevin", "Zarokên me wê nebin piyonên kesî" û "Qehir be PKK" dan destê xwe.

Malbatan dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê diruşme gotin û heta pêşiya avahiyê meşiyan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Atiye Dayanê diyar kir ku Şîlana qîza wê di 17 saliya xwe da xapandin û revandin çiyê. Dayanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hetanî zarokên xwe hildin ew ê çalakiyê bidomînin.

Dayanê destnîşan kir ku HDPyiyan qîza wê revand û wiha pê da çû: "6 sal e tu xeberekê ji qîza xwe hilnadim. Ez ji bo qîza xwe hatim vê derê, qîza xwe ji HDPyê dixwazim. Hetanî zarokên xwe hildin em ê çalakiyê bidomînin. Em bangî malbatên din dikin. Bira tu kes netirse, em ji bo ewladên xwe hatin vê derê. Em bangî her kesî dikin ku bira werin piştgiriyê bidin çalakiya me."

Fevzî Yagmurê ji bo kurê xwe yê 18 salî yê di 2014an da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû got dixwazin bigihêjin ewladên xwe û wiha pê da çû: "Ewladên me ji me qetandin. Dixebitin ku ewladên me bikin kujer. Xwedê qebûl neke. Em ê hetanî dawiyê têkoşînê bidin û bigihîjin ewladên xwe."

Suat Sayiciyê Nûnerê Bajêr ê Kamu-Senê ya Tirkiyeyê û endamên sendîkayê jî malbat ziyaret kirin û piştgirî dan malbatan.

Sayici daxuyanî da rojnamevanan û got berteka gel li dijî terorê nîşan dide girîng e.

Sayici destnîşan kir ku çalakiya dayikan derbeyeke mezin li terorê xist û wiha axivî:

"Xweşikahiya em îro li Wanê dibînin xweşikahiyeke wisa ne ku ew ê têkeve dîrokê. Biryardarbûna dayikan ligel provokasyonan îspata jiyana bihevrabûna gelê me ye. Em jî li Wanê piştgiriyê didin dayikên dijî terorê berxwedanê didin. Ev dengê biratî, dostî û aştiyê ye."

Dayikan qasî demekê li pêşiya avahiya partiyê çalakiya rûniştinê kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE