Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, xebatên dijî qaçaxçîtiyê berdewam in.
Ekîbên Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze li xala sepanê ya li Taxa Kurubaşê ji ber gumanê mînîbusek rawestand.
Di lêgerînê da di 138 pakêtan da 6 hezar û 900 maskeyên tibî ku di hundirê derî û valahiya kêleka wesayîtê da hatibûn veşartin, hatin dîtin.